Li paytexta Spanya Medrîdê bi dehan jin ji bo piştgiriyê bidin berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê li qadekê kom bûn.
Jinan alên YPJ û wêneyên têkoşerên Kurd û yên enternasyonalîst ên ku di Şoreşa Rojava de şehîd bûne, hildan.
Ev çalakiya duyemîn a jinên Spanyayê yê ku di sala 2020‘an de lidar dixin . Li gelek bajarên Ewropayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava çalakî têne lidarxistin.
Hêjaye bi bîrxistinê ye ku gelek ciwanên ji Spanyayê hatin Rojava, beşdarî şerê li dijî DAIŞ‘ê bûn û di nava saziyên civaka sivîl ên Rojava de cih girtin.