ManşêtNûçe

Bi boneya salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 5′an a dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin:

“Sal li pey salê, hemwextî zêdebûna êşên sûriyeyiyan li gel tunebûna lihevkirineke giştî li ser çareserkirina krîza Sûriyeyê, dewleta Tirk di projeya xwe ya dagirkiriya Osmanî û xeternak li Sûriyeyê de dewam dike. Ev proje rewşên ′xeternak′ pêk tîne û ji sedemên sereke yên rewşa Sûriyeyê, êş, koçberî û wêraniyê ye.

Îro, 5 sal piştî dagirkriina Efrînê di encama girêbesteke eşkere ya di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de û piştî berxwedana dîrokî ya 58 rojan a şêniyên Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hîna dewleta Tirk û komên çeteyan siyasetên xwe yên qirkirina li dijî Efrîn û gelê wê, revandin, qetilkirin, qirkirina xwezayê, wêrankirina dîrok û çanda resen de dewam dikin. Her wiha kiryarên tirkkirinê û planên xeternak ên dijmirovî ye ku sûcên şer in pêk tînin. Demografiya herêmê diguherin, avahiyên mêtingehiyê ava dikin û şêniyên resen didin koçberkirin. Li kêlek wê jî komên terorîst ên bi piştgiriya dewleta Tirk qirêjiyên mezin pêk tînin û bi wê yekê qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dikin. Nexasim di dema erdheja li herêmê de jî çêbûye. Vê karesatê rûyê rasteqîn ê wan komên çete û mezinên, nijadperestî û kîna wan li dijî gelê me eşkere kirin.

Di salvegera 5′an a êş û dagirkirina Efrînê de, em Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Em şêniyên me yên berxwedêr ku bi darê zorê ji warên xwe bi der ketine û bi rêya girêdana bi vebijêrka vegerê û îsrara li ser têkoşînê di kampên Şehbayê ligel rewşên jiyanê yên zehmet de li ber xwe didin, silav dikin. Tiştê li Efrîn û hemû herêmên dagirkirî pêk tên “dijminatiya li dijî nasnameya Sûriyeyê û civaka wê ya pirreng e. Li hember vê dijminatiyê helwestên neteweyî yên Sûriyeyî yên eşkere dûrî tu nijadperestiya erdnîgarî, neteweyî û civakî tên xwestin.

Em bang li hêzên aktîf li Sûriyeyê, NY′yê, saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku bi awayekî cidî bixebitin û ji helwestên xwe yên şermok ên têkildarî Efrînê û herêmên dagirkirî bi dawî bikin, berpirs bin û kiryarên li Efrînê tên kirin weke qirkirina etnîkî û dagirkerî bihesibînin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku ji bo şopandina rewşa trajîk li Efrînê tîmeke lêpirsînê bişîne Efrînê, da ku hesab ji berpirsên sûcên li wir tên kirin bê xwestin.

Rizgarkirina Efrînê ji bo me biryareke stratejîk e û em rê nadin ku di li tu cihan an di tu dan û standinan de bazar li ser bên kirin. Em piştgiriya hin hêzên herêmî û erebî ji bo Tirkiyeyê û projeya wê ya dagirkeriyê ya li dijî gelê me, şermezar dikin. Di heman demê de em hemû lihevkirinên di navbera Tirkiye û aliyên din de û di nav de rejîma Sûriyeyê yên li ser hesabê gelê me yê Sûriyeyê, red dikin. Em ê girêdayî pîvanên xwe yên nîştimanî û avakirina modeleke demokratîk û adilane ji bo tevahî sûriyeyiyan bin.”

Back to top button