ManşêtNûçe

Bernameya çalakiyan ji bo 15’ê Sibatê hate eşkere kirin

Meclisa Kongra Star bernameya çalakiyên salvegera 24’emîn a Komploya 15’ê Sibatê ku di sala 1999’an de li dijî rêber Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi riya daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî li Stadyuma 12`ê Adarê ya li Qamişlo hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Ekolojiyê ya Meclisa Kongra Star Rîham Temo ve hate xwendin.

Rîham Temo, bi bîr xist ku Komploya Navneteweyî ya di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de dijî gelê Kurd hatiye destpêkirin, 24 sal li pey xwe hiştine û hîn jî tê xwestin ku îradeya gelan ji holê bê rakirin.

Rîham Temo anî ziman ku tecrîda girankirî, êrişên qirkirina siyasî, fizîkî û çandî berdewama komployê ne, lewma divê têkoşîna azadiyê were xurtkirin, her wiha diyar kir ku ew wek Kogra Star, gelê Kurd û hemû gelên herêmê lîstikên navneteweyî şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin, dê li dijî her cure komployan bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike” tê bikoşin.

Rihamê bang li CPT’yê jî kir ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de Rîham Temo bernameya çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê eşkere kir.

Bername wiha ye:

  1. Ji 5 heta10’ê Sibatê li gund, navçe, komîn, û saziyan dê semînerên têkildarî komployê werin dayîn.
  2. 10’ê Sibatê dê Mekteba Jinan a PYD’ê foruma jin li dar bixe.
  3. 5’ê dê Sibatê li gel Meclisa Malbatên Şehîdan li hemû bajar û navçeyan wêneyên rêber Ocalan werin daliqandin.

– 5’ê Sibatê dê li navçeyan pêşangehên wêneyên rêber Abdullah Ocalan werin vekirin.

– Ji 5’ê Sibatê ve dê li gel Komîteya Zarokan a Şilêr ku girêdayî Kongra Star e, pêşangehên wêneyên rêber Ocalan ên bi destê zarokan hatine çêkirin, bên vekirin.

  1. 15’ê Sibatê dê bi dirûşma “Azadiya rêber Apo azadiya mirovahiyê ye, azadiya rêber Apo azadiya jinab e” li Dêrik, Qamişlo ûHesekê,herêma Firatê, Şehba û Helebê meşên navendî pêk bên.
  2. 14’ê Sibatê dê li ser hesabên sosyal medyayê kampanyaya hashtagê were destpêkirin.
  3. Nameyênku der barêkomployê de hatine nivîsandin, dê ji CPT’yê re werin şandin.
  4. Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star dê li bajar û navçeyan daran biçîne. Di vê çarçoveyê de dê cih û rojên çandina daran ji aliyê komîteyên bajaran ve werin diyarkirin
Back to top button