ManşêtNûçe

Berjewendiyên dewletan çarenûsa gelê Sûriyeyê diyar nake

Civîna Jeddayê bi dawî bû beyî ku çareseriyeke ji doza vegera Sûriyeyê re li Komelgeha Ereban bê dîtin. Ev nakokiyên dewletan ereban li ser vegera hikumeta Şamê li Komkara Erebî şîrove dike.

Derbarê vê mijarê Analîzerê Sûriyeyî Samir El Xilêwî ji ajansa ANHA’yê re wiha got: “Hewldanên dewletên Ereban ên ku piştgiriyê didin Beşar Esed didomin. Lê belê tiştê nû ew e ku hin dewletên Ereban berjewendî û daxwazên gelê Sûriyeyê di ber çav re derbas nakin.”

Li gorî El Xilêwî: “Ev hewldanên nêzîkbûnê bi sedema rola lewaz a Amerîkayê ya li herêmê ye, di serdema Trump de rejîmên dewletên Ereban ji ber cezayan nikarîbûn bi Beşar Esed re danûstandin pêk bînin.”

El Xilêwî destnîşan kir ku hin tevgerên nû yên dewletên ereban bi taybet Erebistana Siûdî, piştî lihevkirina wê bi Îranê re balkêş bû û wiha berdewam kir: “Di lihevkirinê de gelek dosyayên din mîna Yemen, Iraq û Sûriyeyê hebûn. Wisa dixuye ku Erebistana Siûdî ji bo xatirê Îranê wê Sûriye bike qurbanî. Li gel nebûna rola Amerîkayê li herêmê.”

Tiştê balkêş ew e ku dewletên Ereban biryarên navneteweyî yên çareseriya siyasî di serî de 2254 bi temamî paşguh kirine.

Gelê Sûriyeyê dibîne ku nêzîkbûna di navbera dewletên Ereban û hikumeta Şamê de dê biçin serî lê belê berjewendî û daxwazên wan ji vê meselê dûr in. Her wiha El Xilêwî diyar kir ku Komkara Ereban tu giringî nedaye berjewendiyên gelê Sûriyeyê.

Samir El Xilêwî di dawiyê de got; “Şoreşa Sûriyeyê dest pê kir tevî ku hemû dewletên Ereban û yên cîhanê piştgirî didan Beşar Esed. Ew dê heta pêkanîna armancên xwe bidome. Eger hikumeta Şamê vegere Komkara Ereban jî dê tu guhertin çênebin, ji ber ku Komkara Ereban ji destpêka şoreşê ve nikarîbû çareaeriyekê li Sûriyeyê peyda bike. Niha jî eger rejîm vegere ew dê nikaribe tu çareseriyan bê erêkirina dewletên rojavayî, Brîtanya û Amerîkayê pêk bîne. Ev erêkirin jî tiştekî dûr e.”

Back to top button