ManşêtNûçe

Belgenameyek lihevkirinê di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat û Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê hat îmzekirin

Duh, Yekşemê 24 Tîrmehê, Partiya Yekîtiya Demokrat û Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê, belgenameyek lihevkirinê di navbera her du partiyan de, li navenda Partiya Yekîtiya Demokrat li bajarê Qamişlo, hat îmze kirin, piştî danûstandinên berê di navbera wan de, belgename armanc dike ku mekanîzmayên xebata hevbeş baştir bike û rûbirûyê pirsgirêkên hevbeş bibe.

Belgename ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Saleh Muslim û serokê Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê Dr. Xeyas Neîsa hat îmze kirin, bi beşdariya  hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat Asiya Ebdullah û berdevka Partiya Yekîtiya Demokrat Sama Bakdaş û hevserokatiya nivîsgeha têkiliyên partiyê Erîfe Bekir û Mezlûm Xelîl.

Belgenameya danûstendinê di encama gihandina nêrîn û armancên hevpar ên ku mafên gelên herêmê garantî dikin, li gel lihevkirina li ser têkoşîna demokratîk û civakî û bilindkirina asta hevrêziya hevpar bi hemû hêzên dilsoz ên demokrat û çep re hat da ku Sûriyan ji hemû pêkhateyên etnîkî û îdyolojîk bikarin vegerin şiyana pabendbûna bi çarenivîsa paşeroja xwe bi hemû azadî. Ji bo avakirina pêşerojeke baştir ku yekîtiya welat bidest bixe, li ser esasê sîstema demokratîk ne navendî û serweriya gel, û ji bo bidawîbûna dagirkerî û zilmê, û rawestandina şerê xerab di navbera hêzên hegemonîk ya ku gelê Sûriya buhaya wê dide, û çareserkirina dozên mirovahî yên têkildarî vegerîna penaber û koçberan û berdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa kesên hatine revandin, bi derbas kirina edaleta întîqalî ji bo muhasebekirina sûcên sûcên şer û sûcên der heqê mirovahiyê.

Der barê îmzekirina belgenameya danûstendinê Dr. Xeyas Nesîa tekez kir ku hê jî hêzeke demokratîk a girîng di rewşa Sûriyê de heye ku di vê qonaxa dijwar de berpirsyariya xwe hildigire ser milê xwe û berjewendiyên gelê Sûriyê li herêmê bilind dike, wiha lê zêde kir:

Îmzekirina me belgenameya lihevkirinê di herêmên Rêveberiya Xweser de peyamek e ku hêza Sûriyê ya demokratîk û mirovî û îfade dike ku Rêveberiya Xweser ji bo guhertina siyasî ya pêwîst li Sûriyê û ji nû ve pêkhatina welat e.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim:

Em hêvîdar in ku ev nêzîkbûn bibe pêngaveke serkeftî, ev lihevkirin bi saya xwîna şehîdan pêk hat:

Saleh Muslim wiha lê zêde kir:

Îmzeya me ya vêbelgenameyê ew kevirê bingehîn e ku hemû partiyên siyasî û hemû aliyên hevrêziyê dihewîne û kar bikin ji bo yekkirin, pêşxistin û giştîkirina ezmûna rêveberiya xweseriya demokratîk, ji ber ku ew modelek e ji bo Sûriyeya nenavendî ya bê.

Back to top button