LêkolînManşêt

Ayîna Manewî

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Xelek – 19

Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan

Ayîna Manewî

(beşê yekem)

Xuyakirina Pêximberê Ariyanî Manî

Manewî ayîneke mîna hemû ayînên din yên gewre; pêximberê wê heye, pirtûka wê ya pîroz heye, felsefeya wê ya gerdûnî heye; baweriya wê û ramana wê ya ayînî heye û ew xwediya rêbazeka ayînî ye. Ev ayîn li gor danerê wê Manî (Mani) hate binavkirin û li bajarê Babil (nîveka Îraqê) di navbera sedsala sêhem z. da xuyabû. Ev ayîn belav bû û bi rojhilat da gihîşte sînorê Çînê û bi rojava da gihîşte bakurê Afrîkayê (welatê Temasîẍa). Oldarên Zerdeştiyê bi tundî şerê wê kirin û ew wek şopeka rêwenda û nebawermend hejmartin. Oldarên Kirîstiyanan jî şerê wê kirin wek çawa berê jî şerê xizima wê ya Mîtrayî kirin. Paşê di heyamên îslamî da ew bi temamî ji holê hate rakirin.

Ka em bi kurtahî jînenîgariya pêximberê ariyanî Manî bînin ber çavan.

Rewşên ku Manî tê da xuyabû:

Manî bi xwe kurê “Fatek“e (Fetek) kurê “Berzam“e. Hin caran jî gotine “Mano“. Hin dîroknasan ew bi şêwazê “Batîtsî” gotine. Maneya navê “Mano” yekane ye = yê ku mîna wî kes nîne. Ew bi koka xwe ji malbateka Parthî (Aşẍanî) payebilinde. Bavê wî Fatek ji bajarê Egbetana (Amedan = Hemedan paytexê Madan hên pêş ku Faris dagîr bikin), çû û li gundekî ji gundên Mêşan bi cih bû. Maneya peyva “mêşan” pezê gewre (mêş = mîh = mer). Rûniştivanên herêma Mêşan ji berê da Kurdin. Dema ku Erebên Misilman di sedsala heftan z. da Îraq xistin bi desthilata xwe, navê “Mêşan” erebîze kirin û kirin “Mîsan“. Di sedsala bîstan z. da ew tiştê kurdî ku di wî navî da mabû jî avêtin û nav lê kirin “Al Emareh(العِمارة).

Manî di sala 215 yan jî 216 z. da li nêziya bajarê “Ctesiphon” paytextê padîşahiya Parthî (Aşẍanî) li Îraqê ji dayîk bûye. Gelê Parth (Aşẍan) gelekî ariyanî ye, li başûrê Derya Qezwîn (Gola Hezar) rûniştibû, û ji welatê wan ra “Parthava” digotin. Hinek ji dîroknasan wan vedigerînin ser Skîtan (Skûzî = Skîzî) yên ariyanî. Ev gelekî revend û pir şervan bû. Ev gel di sedsala heftan b.z. da ji herêmêm bakurê Derya Reş hat û welatê Madan talan kir.

Di sala 250-î b.z. da padîşahê aşẍanî “Arşakê Yekem” ji emperatoriya Sloyqî (Seleucid Empire) cuda bû û bû serbixwe. Sloyqî bixwe dûndayên Îskenderê Makdonî ne (li gor padîşahê wan yê yekem “Seleucus / Nicator“) û wan serdariya emperatoriyeka pir fireh di navbera salên 312 heya 64 b.z. kirin. Padîşahên Aşẍanan lexema “Arşak” hildigirtin; ji ber rêzdarî ji padîşahê wan Arşakê Yekem (Arshak I) ra. Di pey ra emperatoriya aşẍanî fireh bû, pir herêm girtin nav xwe ku ji Afganistanê da li rojhilat bigire heya Anatoliyayê li rojava. Wan şerên pir giran li dijî Roman kirin, yên ku ketin cihê emperatoriya sloyqî.

Pêş jidayîkbûna Manî, padîşahiya aşẍanî êdî lawaz bûbû û dijberiyên hundirîn têda pir bûbûn. Tevî ku desthilatdarên gelên Ariyana ji wê cuda bûbûn jî, lê dîsa wê şerên li pey hev li dijî Roman dikirin. Hêza wê êdî kêm bûbû ku êrişên Roman vegerîne; heya radeyekê ku Roman carekê paytextê wê yê duwem Tîsfon sohtandin (şewitandin).

Erdeşêr kurê Babek kurê Sasan ev derfet bi karanî û li dijî padîşahê aşẍanî Ardewanê Çarem (Arteban) serî hilda û di sala 226-an z. da di roxandina padîşahiya aşẍanî da bi serket, û bi navê Erdeşêrê Yekem (heya 240 z. serdarî kiriye) bû padîşahê Ariyana Gewre, û di êrişên leşkerê Roman da jî bi serket. Li ser kok û binyata Erdeşêr cudahiya bîr û bawer heye. Li gor gotûbêja dîroknas El-Tabarî, wî Ardewan vegerandiye ser Kurdên koçer. Lê belê dîroknasê Kurd Ebo Henîfe Al Deynûrî أبو حنيفة الدِّينَوَري koka wî vedigerîne ser Farisan. Ew dibêje ku Sasan ji bavê xwe Behmen tore (enirî) bû û barkir çû çiyan, hin mîh (mer) ji xwe ra peyda kirin û li nav Kurdên koçer jiya. Ji lew ra wî vedigerînin ser Kurdan. Di rastiyê da pêwîstiya vê mijarê bi lêkolîneka hûr heye û nabe ku mirov hema wisa zû bêje dewleta Sasanî dewleteka kurdî bûye.

Diyarkirina pêximberiyê:

Dema ku padîşahiya aşẍanî li ser destê Sasaniyan hate roxandin, temenê (jiyê, umrê) Manî deh sal bû. Ev tê wê maneyê ku doza wî ya ayînî ji guhartinên siyasî gewre û girîng di Ariyana Mezin û Mêzopotamiya da ne dûr bû. Ne bi tenha ev jî, ayîna wî, ya xwediya rewişteka navneteweyî, wek vedeng bû ji bo hawîrdora çandî û civakî ku li paytextê aşẍanî Tîsfon hebû, ku di wê demê da rûniştivanên wî bajarî ji pir ayîn û çandên cuda bûn. Hemû jî bi hev ra bi aştî dijiyan, bi temamî wek herêma çiyayê Calîl ku li wir pêximber Îsa ji dayîk bû û mezin bû.

Ji xortaniya xwe da Manî ayînên Cihûtî û Kirîstiyanî baş naskirin, li tenîşt naskirina hûrik bi Zerdeştiyê, ji ber ku ew ayîna malbata wî bû. Di wê demê da Zerdeştî ayîna sereke ya gelên ariyanî bû; wek Aşẍan, Kurd, Faris û Xurasanî. Bavê wî Fatek peywendiya xwe bi Cihû û Kirîstiyanan ra hebû û di pey ra tev li komeka Cihû-Kirîstiyan bû ku bi navê “kesên xwe bi xwe tahrîl dikin” hate naskirin. Fatek dest ji jiyana malbatî berda, bêyî ku bala xwe bide kebaniya xwe ya ducanî û bi alîgirên wê komê ra jiya. Ew pir kêm, tenha bi serdanî dihate nav malbata xwe. Dema ku temenê Manî bû 4 sal, bavê wî ew bi xwe ra bir ku di nav wê komê da bijî.

Dema temenê Manî bû 12 sal, rewşeka giyanî taybet bi ser da girt, wek rewşa oldar û pêximberan û bawer kir ku ew di wê rewşê da bi şandiyekî xwedayî ra dide û distîne (feriştekî hêrzanî, wek Cebraîl di Îslametiyê da). Carekê ji caran ferişt jêra got ku ji nav wê komê derkeve û doza ayîneka nû bike. Lê belê, Manî nikarîbû ji nav komê derkeve, û 12 salên din ma û herdem li çand û zanistiya heyama xwe hûr dibû û dixwand. Di roja 24-saliya xwe da ferişt dîsa hate ba wî û jêra got ku êdî dem hat ew dest bi doza xwe ya serbixwe ji bo rastiyê bike.

Manî diyar kir ku ew pêximbere û ew rizgarkere (Farqilît), ku pêximber Îsa berê jî gotiye, ew pêximberê herî dawî ye û piştî wî wê ti pêximber tine bin. Wî rêbazeka tekûz (xurt) ji bo avakirina ayînekê li ser bingeha baweriyeka gerdûnî danî. Wî diyar kir ku pêximberên payedar Boza, Zerdeşt û Îsa doza ji bo rastiyê kirine, lê belê, li cihên cuda û bi zimanên cuda, û ayînên wan tûşî (rastî) xwarkirin, tewandin û şîroveyên derewîn bûne. Ji lew ra, ew bi ayînekê ji bo seranserê cîhanê hatiye û bi zimanekî peyamê ku bi hemû zimanan wê bê fêhmkirin.

Tiştê balkêş ewe ku piştî pêximber Manî bi çarsed sal, pêximber Mihemed kurê Ebdullah li Cezîra Erebî, li başûr-rojavayê Îraqê xuya bû, û diyar kir ku ew pêximberê herî dawî ye û ku Îslametî ayîna dawî ya hemû ayînane, û ku ayînên pêximberên pêş wî hatine tûşî xwarkirin û tewandinê bûne, û ew hatiye ku wan sererast bike, û ji bo ku Îslametî ayîneka cîhanî be û hemû ayînên berê temam bike.

Yekşem, 28.02.2016

Back to top button