Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên der barê sivîlên Efrînê de û binpêkirinên li dijî xwezaya Efrînê û şewitandina wê didomînin.
Çavkaniyan ji gundê Til Selwer ê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyên bi navên Ehmed, Mihemed, Feysel û Mihemed Nûr (paşnavên wan nehatin naskirin) revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Li gorî agahiyan ji Efrînê, artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên zeytûnan li gundê Birîmce yê navçeya Mabata xist û derfetê nadin ku şênî vemirînin.
Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker heta niha zêdetirî 14 hezar hektar ji zevî û darên Efrînê şewitandiye.