ManşêtNûçe

Armanca êrişên dewleta Tirk qirkirina gelê me ye û têkbirina istiqrarê dewam dikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û ”Garantor ên agirbestê” da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi armanca qirkirina gelê me û têkbirina istiqrarê dewam dikin. Ev êriş hemwextî geşedanên herêmî û navneteweyî têne kirin. Dewleta Tirk êdî zehmetiyên parçebûnên siyasî di aliyên hundirîn û derve, bi taybetî di qada aborî de dikişîne.

Êrişên di Tîrmehê de ku li dijî gundewarên Qamişlo, Amûdê û herêmên din de hatine kirin, nîşaneya kînê û bêexlaqiya dewleta Tirk dide. Ev êriş tevahî hewldanên pêkanîna îstîqrarê û dîsplînkirina têkoşîna li dijî DAIŞ′ê bin pê dike.

Dewleta Tirk di heman astê de jî fitneyan, tevlihevî, pêşxistina şer û nakokiyên mezhebî diafirîne. Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya gelê me ye. Di demekê de em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Tîrmehê yên êrişên dewleta Tirk re dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin, ev van sûcan red dikin ku di nava bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên garantorên agirbestê têne kirin. Em Koalîsyonê û hêzên garantorên agirbestê wekî berpirsên êrişên domdar ên Tirkiyeyê dibînin. Li gel bêdengiya domdar jî êriş roj bi roj zêde dibin, ev yek dê rasterast bandorê li gelek çalakiyên hevbeş bike.

Em Rêveberiya Xweser li hember projeyên fitneyan ên ku hin alî dixwazin li herêmê pêş bixin, pişta xwe didin gel. Em teqez dikin ku em ê bi gelê xwe re bisekinin, berdêl çi dibe bila bibe em ê destkeftiyên gel biparêzin û nehêlin ziyan bighêje wî.”

Back to top button