ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Erdogan sûdê ji êşên gelê Fîlîstînê werdigire

Endamê desteya serokatiyê ya partiya yekîtiya demokratîk PYD Aldar Xelîl li ser mijarên ku rojevê cihê xwe digirin bi taybetî rewşa Fîlîstîn-Îsraîl, polîtîkayên ku li Rojhilata Navîn tê meşandin bi destgirtina dîrokî ve nirxandin kir.

Aldar Xelîl anî ziman ku heya sala 1948’an sê olên xwedayî li Fîlîstîn-Îsraîlê bi hev re dijiyan, piştî ku Komara Îsraîlê hate ragihandin şer gihişt asteke nû.

” Gelên ku bi hezaran sal in li vê xakê ne, gelê Fîlîstînê, Ereb, Misilman û Xiristiyan li derveyî vê projeyê man, li ser vê bingehê şerê dîrokî nû bû.

Veguherî herêmeke welê ku şerê dîrokî lê destpê kir ku weke pirsgirêka Misilman-Yahûdî, Ereb-Îbranî yan jî Fîlîstîn-Îsraîlê hate binavkirin.

Ev pirsgirêka ku divê tavilê bê çareserkirin mixabin ji sala 1948’an û vir ve mezin dibe û nayê çareserkirin.”

Aldar Xelîl: Çareseriya pirsgirêkan di paradîgmaya Rêber Apo de ye

Her wiha Aldar Xelîl bal kişand li ser pergala netewa demokratîk diyar kir ku Rêber Apo li şuna pergala netew dewletê, paradîgmayeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xist meriyetê.

“Şoreşa Kurdistanê jî bi dehan salan ji bo heman armancê têkoşiya, lê belê dawiyê hate fêhmkirin ku rast nîne û sedema bingehîn a zilm û dagirkeriya li ser tevahiya Kurdistanê netew dewlet e.

Dewleta Îsraîlê ji ber ku di sîstem û polîtîkaya xwe de israr dike, gel û tevgera Fîlîstînê jî ji ber ku nikarin lîderekî pêşeng ji xwe re bibînin, li şûna çareseriyê şer girantir bû.

Di ser re 75 sal derbas bûn, lê pirsgirêk hîn jî dewam dike.”

Aldar Xelîl: Erdogan sûdê ji êşên gelê Fîlîstînê werdigire

Aldar Xelîl da zanîn ku Hamas bi Erdogan re xwedî têkîliyek bingehîn e û Erdogan sûdê ji êşên gelê Fîlîstînê werdigre.

“Erdogan ku dibîne Netanyahû pirsgirêkê çareser nake, şer girantir dike, bi bikaranîna doza gelê Fîlîstînê polîtîkayeke zirav û xapînok meşand û destûr da ku Hamas vê êrîşê bide destpêkirin.

Rewş niha gelekî tevlîhev e. Erdogan niha li bendê ye ku DYE û hêzên din li rêya berê ya bazirganiyê vegerin û Tirkiyê vegerîne rewşa xwe ya berê.”

Aldar Xelîl: Xweşibandina li pergala heyî wê pirsgirêka gelê Fîlîstînê çareser neke

Di dawiyê de Aldar Xelîl ji bo çareseriya doz û pirsgirêkên gelê Fîlîstînê diyar kir ku divê proje û pêşniyarên Rêber Apo esas bêne girtin.

“Ev pêşniyar fikrên xwe dispêrin paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk, ekolojîk û jiyana hevpar.

Xweşibandina li pergala heyî wê pirsgirêka gelê Fîlîstînê çareser neke.

Di heman demê de wê bibe sedem ku zalimên mîna Erdogan doza Fîlîstînê bike qurbanî ji berjewendiyên xwe re.”

Back to top button