ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Diyalogên Sûrî-Sûrî dikare dawiyê li dagirkeriyê bîne

Meclisa Gel a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo civînek lidar xist, civîn ji bo şîrovekirina rewşa siyasî li ser asta Sûriyê û komploya navnetewî ya15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat li dar xistin û bi dehan şêniyên navçeyê tev li civînê bûn.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî û got: “Li Sûriyê gelek dewlet ji bo berjewendiyên xwe şer dikin, gelê Sûriyê fatora şer nakokiyên van dewletan dide.”

Xelîl diyar kir ku ji wan dewletan, Tikriyê ye ya ku hewl dide deverên nû xaka ji Sûriyê parçe bike piştî ku di destpêka sedsala borî Lîwa Îskenderon qut kir û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Xelîl wiha domand: “Dewleta Tirk niha hewl dide projeya xwe ya dagirkirinê bi awayekî eşkere temam bike, Erdogan di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekûbyî  de li pêşber hemû serokên cîhanê nexşeya xwe diyar kir, bêyî ku kesek dengê xwe derxîne.”

Xelîl bal kişand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî Erdogan sekinîn, xelkê li hundir û derveyî welat li derdora berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn.

Aldar Xelîl îşaret bi vê yekê kir ku danûstandinên ku dê di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çêbibin dê rê li pêşiya nakokî û şerê navxweyî bigire eger li gorî ku tê xwestin temam bibe. Xelîl got: “Heger herdu alî gihaştin lihevkirinê dê bi rawestandina destwerdanên derve û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê û derxistina wê ji Efrîn, Serêkaniyê, Cerablus û Bab û hwd encam bide.”

Der barê komploya navnetewî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Aldar Xelîl ev tişt diyar kir: “Em niha rewşên tarî dijîn, salvegera dîlgirtina Rêber Ocalan bi komployeke navnetewî ye. Rêber Ocalan şoreşger e, sembola yekitiya gelan, felsefeya netewa demokratîk û têkoşîna demokratîk e.”

Di dawiya civînê de beşdarên nêrînên xwe der barê komploya 15‘ê Sibatê de anîn ziman û got, bi rêya pêkanîna fikirê netewa demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew bi salan di nava aştî û biratiyê de dijîn.

 

 

 

Back to top button