ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Azadiya rêber Apo tê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurd û serkeftina Rojava

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat  PYD’ê Aldar Xelîl ji ajansa ANF’ê re der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şerê di navbera Îsraîl û Hamasê axivî û anî ziman ku qedera her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye her wiha azadiya Serok Apo tê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurd û serkeftina Rojava.

.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û 33 meh in agahî jê nayên wergirtin. Wekî tê zanîn Rêberê Gelê Kurd demek dirêj li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ma û li vir baş tê naskirin. Li gorî we di nava tecrîd û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdaneke çawa heye?

Belê, Rêber Apo nêzî 20 salan li Rojavayê Kurdistanê ma. Bi giştî li Sûriye û Libnanê têkoşîn bi rêvebir û li vê qadê bi hezaran kadro hatin perwerdekirin, rêxisteneke civakî ya berfireh hat damezrandin. Ji vê qadê hemû qadên din ên xebatê da meşandin û xurtkirin, li vê qadê çanda şoreşgerî hate pênasekirin. Ew çand bû malê tevahî civakê û welatparêziyeke kûr hat afirandin. Rêber Apo bi xwe li ser xebatan disekinî û dişopand. Ji ber vê yekê dema Rêber Apo dîl hat girtin û teslîmî dagirkeriya Tirk kirin û birin girava Îmraliyê, êşa mezin vê qadê jiya. Ev qad bû xwediyê bertekeke xurt û xwedî li Rêberê xwe derket. Bi hezaran ciwan bi armanca xwedî derketina li Serokê xwe û ji bo parastina nirxên ku bi keda Serokatiyê li vê qadê hatibûn avakirin berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê. Dema pêvajoya Bihara Gelan li Rojhilata Navîn dest pêkir, Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşket. Êdî ew tovên rêxistinî ku Rêber Apo li vê qadê çandibûn berhem dan. Ger ew bingeha rêxistinî ya ku Rêber Apo çêkiribû nebûya, ne mimkûnbû ku destkeftiyeke bi vî rengî pêk bihata. Tevî ku pêvajoya şoreşê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna wek tê xwestin xwe negihandiye rastiya şoreşê ya li gorî fikir û ramanên Serok Apo, hîna di nava hewldana ku pênaseya rast a şoreşê temsîl bike, de ye. Lê dîsa em dikarin bêjin ku ev mîrasa rêxistinî, ev raman û felsefeya ku bi Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ku Rêber Apo ji Girava Îmraliyê pêşkêşî mirovahiyê kiribû ji bo pêşketina şoreşa Rojava bû bingeh. Li ser vî bingehî înşakirina civaka demokratîk, exlaqî, polîtîk û ekolojîk li ser hîmên azadiya jinê û wekheviya di nava gelan de bi hişmendiya neteweya demokratîk pêş ket. Yanî Serok Apo bingehê vê danî û di pêvajoya şoreşê de jî ev fikir û ramanên Rêber Apo rê nîşanî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Li ser vê fikrê ev destkeftî pêk hatin.

ERDAGAN KESEKÎ ZORDEST Û ZILIMKAR E

Ji ber vê yekê dewleta dagirker a Tirk ji roja yekem ve timî dijminahiya Şoreşa Rojava ji xwe re kiriye armanc û êrîşên cûr bi cûr anîn ser vê heremê. Ji milekî ve ew naxwaze ku projeya Serokatiyê ji aliyê pratîkî ve li tu deveran pêk bê, ji milekî din ve jî ew dixwaze tola xwe ji vê heremê rake. Ji ber ku li vê heremê ev raman di rêya xwe gihandina pergala demokratîk û azad de dibe rastî. Dewleta Tirk tecrîdê li ser Serokatiyê giran dike da ku nerînên wî dernekevin derveyî girava Îmraliyê û gelên heremê jê sûd negirin. Di heman demê de bi armanca hilweşandina pergala demokratîk a ku tê avakirin êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran dike. Erdogan xwediyê hişmendiyeke zordest û zilimkar e. Tu carî naxwaze ku azadî û demokrasî pêş bikeve û dijminatiya gelê Kurd ji xwe re kiriye armanca yekemîn.

DEWLETA TIRK DIXWAZE BI TECRÎDÊ RE ROJAVA JÎ TECRÎD BIKE

Weke tê zanîn Komara Tirk li ser bingeha înkarkirin û tunekirina gelên din yên li ser xaka Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn bi taybetî Kurd û Ermen, hat avakirin. Ev sedsal in gelê me rastî êrîşên hovane tê. Êdî gihîştiye astekê ku fobiya Kurd li gel hikûmeta AKP-MHP’ê çêbûye. Ew dixwazin bi her kesî bidin bawerkirin ku eger Kurd azad bibin ew ê komara wan xira bibe û hilweşe. Bi vê derewê heta niha desthilatdariya xwe berdewam dike, gelê Tirk dixapîne. Ji ber ku ramanên Serok Apo ji bo pêkanîna demokrasî û azadiyê bingehîn in, rêjîma AKP-MHP’ê ji ramanên Serok Apo ditirse. Çi devera ku pergala demokratîk û hişmendiya azadiyê lê pêş bikeve ew êrîşî wê deverê dike. Rastiya nayê jibîrkirin ew e ku qedera tevahî parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Yanî serkeftina Rojava tê wateya serkeftina îradeya azad a Bakurê Kurdistanê, serkeftina Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Serkeftina Rojava di pratîkê de tê wateya serkeftina ramanên Serok Apo, di heman demê de azadiya Serok Apo tê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurd û serkeftina Rojava. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd-Ereb-Suryan-Asûr-Tirkmen- Çerkez û hwd. bi hev re jiyaneke hevbeş û wekhev dijîn û prensîbên azadiya jinê li pêş in. Êdî di nava hemû sazî, meclîs û beşên xebatê de jin heye û xwedî roleke pêşeng e. Ji ber vê yekê dema rejîma AKP-MHP’ê tecrîdê li ser Serokatiyê giran dike, ew di heman demê de dixwaze Rojava jî têxe nava tecrîdê de. Dema Serokatiyê ceza dikin, Rojava jî tê cezakirin û tevahî azadîxwazan ceza dikin.

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 deverên cîhanê de bi daxwaza “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêngaveke di asta navneteweyî de dest pêkir. Di têkoşîna gelê Kurd de ev bû pêvajoyeke nû. Êdî têkoşîna azadî û demokrasiyê sînorê Kurdistanê derbas kir û gihîşt asteke navneteweyî. Bi saya berxwedêrî û ramanên Serok Apo, demokratîkxwaz û mirovhezên li cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê li Serok Apo xwedî derdikevin. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkên xwe û yên cîhanê di azadiya Serok Apo de dibînin xwedî li Serokatiyê derdikevin. Ev kesên enternasyonal dibêjin ku ew daxwaza azadiya Serok Apo dikin, ji ber ku azadiya wî tê wateya çareserkirina pirsgirêkên wan, tê wateya azadiya wan.

Di 7’ê Cotmehê de Hamasê li hember Îsraîl pêngava “Tofana Aksa” da destpêkirin. Ji 7’ê Cotmehê heta niha li heremê di navbera Hamas û Îsraîl de ne şer, gava em li êrîşên îsraîlê yên li ser gelê Fîlîstîn dinêrin. Di weşanên zindî de îsraîl komkujî pêk tîne. Ev ji bo Kurdan û gelên Sûriyeyê dişibe pêvajoya Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Ezaz, Til Rifat, Cerablus û bajarên dîtir. Niha êrîşên Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker çi ferqa wan ji hev heye?

Her çiqasî nakokiyên Misilman û Cihûyan digihêje pêvajoyên derketina ola Îslamê ku ew jî bingeha xwe ji nakokiyên dîrokî yên kevintir ku digihêje pêvajoyên destpêka derketina olên yekxwedayî yên asîmanî. Lê di sala 1948’an de ev nakokî veguherî nakokiyeke hebûn û tunebûnê ji bo gelê Filîstînê. Her çiqasî lihevkirinek di navbera herdu aliyan de, di salên 1993 de li Osloyê pêk hatibe û di encama vê de rêveberiyek Filîstînî li Şerîaya Rojava û Xezayê hatibe sazkirin jî, lê ev nêzî 30 sal in nikarîbûn pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û lihevkirineke daîmî pêk bînin. Bi taybetî ji sala 1987’an û şûnve bi derketina tevgera Hamasê di nava Filîstînê de li kêleka Tevgera Rizgariya Filîstînê (FTH) êdî Hamas jî derket ser dika siyaseta desthilatdariya heremên rêveberiya Filîstînê.

75 sal in pirsgirêka Filîstîn-Îsraîl berdewam dike. Sedema sereke ew e ku projeyeke çareseriyê ji bo aştî, azadî, demokrasî û aramiyê derneketiye holê. Berovajî wê projeya ku herdu alî li ser wê israr dikin projeya dewleta netewe ye. Pergala dewleta netewe ji hêzên Rojavayî derbasî herema me bûye, bi vê pergalê ev nêzî sed saliye Rojhilata Navîn di nava qeyran û aloziya de dijî, di nav de Filîstînî û Îsraîlî jî para xwe jê girtine. Di 7’ê Cotmeha 2023’yan de Hamas êrîş bir ser mihrîcanekê aştiyê û bi sedan kes weke rehîne girt. Bi vî rengî Hamas bi navê Tofana El-Aksayê şer li dijî Îsraîlê îlan kir. Îsraîl jî bêyî ku guh bide bangên mirovî û zagonên navneteweyî bi hemû hêza xwe dest bi êrîşeke bersivdayinê kir. Ev kiryara Hamasê ji xwe re weke firsendê bikar anî û hîna jî dewam dike.

TIRKIYE Û ÎSRAÎL LI BER ÇAVÊN CIHANÊ ÊRÎŞ DIKIN

Her çiqasî hin cûdahî di navbera mijara Hamas-Îsraîlê de ji milekî ve û tevgera Kurd û Tirkiyê de hebe jî, lê tişta ku dişibe hev ew e ku doza gelê Filîstînê heye û ev dozeke mafdar e, ev gel dixwaze hebûna xwe biparêze û li ser xaka xwe azad bijî, gelê Kurd jî dixwaze di nava aştî û aramiyê de bi rengekî azad bijî, hebûn û nasnameya xwe biparêze. Ev sedsal in ku li Kurdistanê siyaseta tunekirin û çewisandinê li ser gelê Kurd tê meşandin, komkujî bêrawestan berdewam dikin, li ku derê gelê Kurd ji bo azadiya xwe tevbigere yekser dagirkeriya Tirk êrîş dibe ser. Mînaka berbiçav Bakur û Rojhilatê Sûriyêye. Tevî ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu êrîş nebirine ser dewleta Tirk û tu şer li dijî wê îlan nekiriye weke Hamasê, lê dewleta Tirk a dagirker li ber çavên mirovahiyê (Cerablus, Bab, Efrîn, Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê) ji êrîşên xwe re kirine hedef, dagirkir û guhertina demografiyê lê pêk anî û hîna van kiryaran li heremên din jî berdewam dike. Her kes dizane ku Tirkiye yek ji dewletên destpêkê yên ku dewleta Îsraîlê bi rengekî fermî nas kiribû û heta roja îro têkiliyên wan ên îstixbaratî û aboriyê berdewam in. Tişta din a dişibe hev di mijara Tirkiye û Îsraîlê de ew e ku herdu dewlet li ber çavên her kesî her tiştên dijmirovî dikin, lê tu kes li beramberî kiryarên wan nabe xwedî helwest.

Niha hem di qada navneteweyî de û hem jî di nava gelên cihanê de li hember êrîşên Îsraîl bertekek heye û piştgiriyek mezin ji bo gelê Fîlîstînê bi pêş ketiye. Ev bertek û piştgiriya ji bo gel neyê qetilkirine. Gelo ev bertek û piştgiriya mirov ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nikare bike rewşekî sûd jê were girtin?

GELÊN CIHÛ Û FILISTÎNÎ DIKARIN BI HEV RE BIJÎN

Her kes dizane ku destê Îsraîlê di bêbextiya navneteweyî û revandina Serok Apo de hebû. Lê tişta ku pêwîste niha were zanîn ew e ku çareserkirina pirsgirêka Cihûyan û rêya xelasiya wan bi paradîgma Serok Apo pêkan e. Rêya rizgariya ji vê rewşê projeya neteweya demokratîke, jiyana hevpar, azadiya jinê ye û pergala civaka demokratîk a exlaqî û polîtîk e. Ya girîng ew e ku gelê Filîstînê neşemite projeyên pergala dewleta netewe. Ya girîng di nava tevgera Filîstînê de pêşeng derkevin û ev pêşeng berpisyariya xwe ya dîrokî zanibin û li gorî wê tevbigerin. Divê rê nedin van projeyên ku şer gur dikin, aloziyan mezintir dikin, dirêj dikin, êş û azaran kûr dikin. Pêwîste gelê Filîstînê qebûl bike ku gelê Cihû jî yek ji gelên resen ên heremê ye. Herdu gel wê bikaribin bi hev re di nava pergaleke demokratîk û azad de bijîn. Ger herdu alî jî dest ji modela dewleta netewe berdin û baweriya xwe bi projeya neteweya demokratîk bînin û zanibin ku rastiya jiyana mirovahiyê di nava jiyana hevbeş û wekhevde veşartiye. Ew ê tu carî modelên dewletan ango saziyên desthilatdariyê hilnebijêrin.

Tişta ku tevgera Hamasê dike, ji gelê Filîstînê re azadiyê nayne. Ji ber ku xwe dispêre hişmendiya olperestî û neteweperestiyê, li şûna daxwaza guhertina desthilatdarî û polîtîkayên tunekirinê yên pergala modernîteya kapîtalîst, ew bi xwe înkarkirina gelê Cihû û tunekirina wan ji xwe re dike armanc. Piştgiriya cîhanî ji gelê Filîstînê re piştgiriyeke hestyarî û mirovî ye, ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgiriyên bi vî rengî carinan tên dîtin. Bi taybetî her kesî dît ku çawa DAÎŞ li vir hat şikandin, di heman demê de mirovahî tev bû şahidê hovîtiya dewleta Tirk û êrîşên wê li ser heremên me. Lê pêwîste ew piştgirî bibe piştgiriya ji projeya çareseriyê re ya ku xwe dispêre paradîgmaya Serok Apo ji bo avakirina jiyaneke nû ji tevahî mirovahiyê re.

Back to top button