Çand û HûnerManşêt

4’emîn pêşengeha pirtûkan ya Şehîd Herekol  

Bi siponsya Desteya Çandê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê wê sibe roja duşemê pêşengeha 4’emîn a Şehîd Herekol ya pirtûkan wê bê pêşkêşkirin, di bin dirûşmeya “Bixwêne xwe nas bike” li bajarê Qamişlo li salona Zana di dîroka 20’ê Tîrmehê de ew ê dest pê bike heta 25’ê Tîrmehê bi dawîdibe.

Berdevkê çapemeniyê yê pêşengehê Ebûd Mixso li ser pêşengehê ji rojnameya me re axivî: Ev mehek û nîv em vê pêşengeh amade dikin, armanca pêşengehê ku xwendin di civakê de zêde bibe û bidin naskirin ji ber ku kesên xwendevan kêmin, û pêşketina civakê di xwendinê de ye.

Mixso destnîşan kir ku Hejmara pirtokan 120’hezar in, nêzî 11’hezar serenav in, di nav de pirtûkên zarokan hene, her wiha pirtûk bi zimanê Kurdî, Erebî, Sûryanî, Tirkî û Îngilîzî wê werin pêşkêş kirin.

 

Hêjayî gotinê ku pêşengeh li ser navê nivîskar û rewşenbîr Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) ye, yek ji keseyatên ku ji bo dozên gelan di azadî û demokrasiyê de di dîroka me yî nû şer dikir, ev pêşemgeh ya ku bi navî wî hatiye pêşkêşkirin her sal li bajarê Qamişlo tê li dar xistin.

Mixso da xuyanîkirin ku ew ê pêşemgeh di dîroka 20’ê Tîrmehê de ew ê dest pê bike heta 25’ê Tîrmehê bi dawîdibe, her wiha her roj seet 10’ê sibehê dest pê dike heta 1ê nîvro, û ji seet 5’êheta 9’ê êvarî, wekî din wê semîner hebin her roj seet 11’ê nîvro û 5’êpiştî nîvro, û pêşengeh ji 40 beşî pêk tê.

Back to top button