CiwanManşêtNûçe

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin

 Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ku bi ciwanan re hat cem hev, diyar kir ku dewlet hewl dide bi koçberî, fuhûş û tiryakê Kurdistanê ji mirovan xalî bike û bang li ciwanan kir ku xwedî li axa xwe û bajarên xwe derkevin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan, di çalakiya “Hevdîtina Ciwanan” de ya li HEDEP’a Navçeya Bagcilarê, axivî. Parlamenterên HEDEP’ê Mehmet Zekî Îrmez, Kezban Konûkçû, hevserokên bajêr Mûrat Kalmaz û Gonca Aygoz, hevserokên navçeyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin, pankartên “Silav li Roja me, silav li berxwedana zindana”, “Vejînek Ciwan”, “Em ê li hemberî faşîzmê serî netewînin, îşkencekar wê hesab bidin” hatin daliqandin. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jîyan azadî” hatin berzkirin. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ku bi silavkirina girtiyên li girtîgehan dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariyê ku li ser ciwanan dimeşîne. Bakirhan anî ziman ku hêzên serdest ji ciwanan ditirsin û got: “Sîstema Amerîkayê jî ditirse, sîstema Îranê jî ditirse. Sîstema Brezîlya û Arjantînê jî ditirsin. Ji ber ku ciwan veguherîner in. Ciwan hêviyê didin û têkoşînê li civakê peyda dikin. Ciwan nasekinin, nawestin, li ber xwe didin. Heta feraseteke demokratîk û wekhev pêk neyê dê bi her awayî têbikoşe.”
Bakirhan di nava axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna ciwanên kurdan ji bo têkoşîna civakî ya demokratîk û şoreşger a cîhanê bûye mînak.
Bakirhan anî ziman ku desthilat dixwaze Kurdistanê ji mirovan xalî bike û got: “Dixwazin li Kurdistanê ciwan û kurd nemînin. Dibêjin bila kesên ku xwedî li baweriya xwe, doza xwe û zimanê xwe derdikevin nemînin. Ez îro li vê eywanê bi hêvî bûm. Ez bawer im ku ciwanên me dê ji bo ku di rêyên koçberiyê de 3-5 quruş qezenc bikin dest ji doz û axa xwe bernedin. Li dijî van polîtîkayan wê li Bedlîs û Sêrtê daristan û xwezaya xwe biparêzin. Hûn ê ji bo hevrêyên me yên ku di zindanan de hêviya xwe bi we ve girê didin û difikirin ku bi têkoşîna we wê azad bibin, bibin hêviyek. Ger em derkevin wê kî têbikoşe û nirxên me biparêze? Ger em derkevin, wê kî ziman û çanda me zindî bihêle, dê kî li dijî vê pergala hov û yekparêz li berxwe bide û têbikoşe? Ez bang li hevalên ciwan dikim ku zêdetir pirsan ji xwe bikin û xwezaya xwe, bajarê xwe, têkoşîna xwe û welatê xwe biparêzin. Wekî din, lîstikên pergalê dê pêk werin. Yên ku ev çil sal in nekarin vê têkoşînê bişikînin, niha jî bi alîkariya dewletê bi sirgûnkirina ciwanan û belavkirina kiryarên sûcî yên wekî madeyên hişbir û fuhûşê li seranserê erdnîgariya Kurdistanê hewl didin vê têkoşînê têk bibin.”
Bakirhan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku wêneyên jinên ku Şoreşa Rojavayê pêk anîne çar hawirdorê cîhanê xemilandine û got ku yê ku Şoreşa Rojavayê pêk anîne jin û ciwan in û xwest ciwan xwedî li vê şoreşê derevin.
Her wiha Bakirhan bal kişand ser Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan jî. Bakirhan îşaret bi pêvajoya 2013-2015’an kir û got ku ev erdnîgarî tu wextê wekî dema wê pêvajoyê rihet nebûye. Bakirhan destnîşan kir ku yên dawî li wê pêvajoyê anîne ji paradîgmaya Abdullah Ocalan tirsiyane.
Back to top button