ManşêtNûçe

Partî û saziyên demokratîk wê li dijî tecrîdê ber bi Gemlîkê ve bimeşin

Partî û saziyên demokratîk biryar dan, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş wê 6’ê Sibatê ji Gever û Qoserê destpê bike.

Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û nûnerên saziyên demokratîk li avahiya Partiya Herêman a Demokratîk a Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de bernameya çalakiyê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hate parvekirin.

Rêvebera TUAD-FED’ê Safiye Akdag li civînê axivî û got, “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin. 22 meh in bi ti awayî agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nayê wergirtin ku di encama komployeke navneteweyî de anîn Tirkiyeyê û 24 sal in tecrîdkirî ye. Gelê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn Birêz Ocalan weke îradeya çareseriyê dibînin, lewma vê tecrîdê red dikin û dixwazin parêzer tavilê wî bibînin.”

Di daxuyaniyê de helwesta CPT hate bibîrxistin ku li gel serdana li Îmraliyê daxuyaniyê nade û hate destnîşankirin ku ev yek gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk dixe nava fikaran.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan dewam bike, Tirkiye wê ji krîza aborî, siyasî û civakî rizgar nebe. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê tê wateya neçareseriya pirsgirêka Kurd, tê wateya dewamkirina şer û welat ji vê yekê zerarê dibîne. Di şexsê Birêz Ocalan de îradeya çareseriyê, aştiya civakî ya Tirkiyeyê dîl hatiye girtin. Zext li ser paşeroja azad a gelan hatiye kirin. Tecrîda girankirî dibe sedema faşîzmeke girankirî û pirsgirêkên heyî girantir dike.”

Safiye Akdag diyar kir ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê veguheriye stratejiyeke rêvebirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê û got, “Em bang li desthilatdariyê dikin ku Îmraliyê weke cihekî karibe dek û dolaban li ser bigerîne, dest ji vê lîstika xetere berde ku dikare encamên xwe giran be.”

MEŞ WÊ 15’Ê SIBATÊ LI GEMLÎKÊ BI DAWÎ BIBE

Di daxuyaniyê de bi navê bi milyonan mirovî hate ragihandin ku divê siyaseta tecrîdê bi dawî bibe, parêzer karibin tavilê hevdîtinê bikin û hate gotin, “Di vê çarçoveyê de ji bo daxwaza xwe ya çareseriyê destnîşan bikin, bi dirûşma ‘Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin’ me biryar dan ku ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Di 6’ê Sibatê de em ê ji Qoser û Geverê ji du baskan dest bi meşê bikin û 15’ê Sibatê li Gemlîkê bi dawî bikin. Ev meş li dijî tecrîd û neçareseriyê lêgerîneke li edaletê ye û heta ku parêzer karibin hevdîtinê bikin wê çalakiyên me bênavber dewam bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li gel, hêzên demokratîk hate kirin ku tevlî meşê bibin.

ANF

Back to top button