Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî binçavkirina hejmareke rojnamegeran li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.
YRA`yê di daxuyaniya xwe de got, “Îro li Tirkiyê careke din mafê rojnamevanan hate binpê kirin û hejmarek kesên di saziyên ku bi awayekî fermî û li gorî yasayên dewletê kar dikin hatin binçav kirin.
Em wekî Yekîtiya Ragîhandina Aazad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û tevahî Sûriyê ji bo mafê rojnamevanan têdikoşe, van kirinên dewleta Tirk ên li dijî yasayên navdewletî şermezar dikirin û bi her awayî piştgirtiya xwe bi rojnamevanên destgirtî re nîşan didin.”
YRA`yê xwest ku hemû rojnamevan di zûtirîn dem de serbest werin berdan û dewleta Tirk dest ji zext û zordariya li ser rojnamevan û saziyên ragîhandinê berde.
li Amedê, polîsên Tirk serê vê sibehê bi ser malên gelek rojnamevanan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Mehmet Yalçin destgîr kirin.
ANHA