ManşêtNûçe

Pentagon: Dewleta Tirk çeteyan ber bi Lîbyayê ve dişîne

Associated Press detayên raporê belav kirin. Di raporê de hate gotin ku Tirkiyê di navbera 3 hezar û 500 heta û 3 hezar û 800 de çeteyên ji Sûriyê bi pereyan ber bi Lîbyayê ve şandin. Tevî ku rapor der barê leşkerên radîkal de berfireh in lê di raporê de hatiye diyarkirin ku artêşa Amerîkayê tu îsbat ku çete girêdayî rêxistina DAIŞ’ê yan jî rêxistina El-Qaîde ne, nedîtine û tişta ku dihêle çete şer bikin, pere ne.

Metirsiyên artêşa Amerîkayê têkildarî hebûna Rûsyayê ya zêde li Lîbyayê, zêde dibin ku bi sedan çeteyên Rûsyayê destekê didin hemleya ku Terablusê bixin bin serweriya xwe.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkiye nasnameya xwe daye bi hezeran çeteyên ku bi milîsên li Terablusê re şerê hêzên Xelîfe Hefter dikin.

Her wiha di raporê de li ser zimanê rêveberiya Amerîkayê hate gotin ku 300 çeteyên radîkal ên ji Sûriyê ku destekê ji Tirkiyê digirin, di destpêka meha Nîsana derbasbûyî de gihaştin Lîbyayê.

Raporê diyar kir ku Tirkiyê hejmareke nediyar ji leşkerên Tirk di mehên destpêkê yên salê de şandin Lîbyayê. Rapor tenê behsa 3 mehên destpêkê yên sale dike.

Çûna çeteyên ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve ne tenê ji aliyê Enqereyê ve ye, lê belê di gelek raporan de hatw gotin ku Rûsya bi Hefter re gelê ji Sûriyê leşker dike, piştî ku wan nas kir ew di şer de têk diçin. Şîrketên leşkerî yên girêdayî Kremlînê wek koma Wagner ciwanên li herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de dikin leşker.

ANHA

Back to top button