ManşêtNûçe

170 penaberên din li Girê Spî hatin bicihkirin

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî dane, dewleta Tirk a dagirker duh 170 penaberên sûriyeyê li deriyê sînor radestî çeteyên “Polîsên leşkerî” kirin, da ku wan di malbatên koçberan de bi cih bikin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku penaberên hatine vegerandin ji Heleb, Idlib, Dêrazor, Hema, Humis û deverên din ên Sûriyeyê ne.

Bi vê mehê de hezar û 378 penaber li Girê Spî hatin bicihkirin û ji Nîsana borî ve zêdetirî 25 hezar li herêmên dagirkirî wekî Cerablus, Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî hatin bicihkirin.

 

Back to top button