Kongre û Çalakiyên PYDManşêtNûçeyên LezgînPYD

11. Kongireya Rêxistina PYD li Ewropa hat despêkirin

11.mîn Kongreya Ewropa li Welatî Holenda îro bi vekirina wê ji aliyê Endamê Encûmena Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD Xebat Şakir ve hat vekirin.
Civata Kongirê bi xulekek rêzdarî li ser giyanê şehîdan bi rêzdarî sekinîn. Bi beşdariya behtirî 250 Endaman ji piraniya welatên Ewropa kongire hate despêkirin.
Di serî de dîwan ji pênc delegeyan hatin hilbijartin û herweha ji bo tomara nirxandinên kongirê çar endam hatin diyar kirin.
Kongire bi dirûşma “Bi Rihê Şoreşa Rojava em xwe Birêxistin bikin û Xwebûna xwe bi Biprêzin” dest bi civata xwe kir.
Piştî wê dîwanê gotina pêşwaziyê da û bi pêşkêşkirina tewerên kû van her dû rojan de bigrin dest diyar kirin û di serî de perspektîfên Rêber Apo yên dîrokî kû ji bo gelên Rojavayê Kurdistanê, di demên bûrî de ramanên xwe şandibûn ji aliyê Hozan Hekîm Sefqan ve hat xwendin. Herweha Perspketfîn dîwana hevserokatiya PYD jî hate xwendin.
Mihêvanên rometê kû beşdarî vekirina Kongra 11.mîna PYD Ewropa bûn, berêz Ahmed Keremûz serokê Kongira Netewî, Remzî Kartal hevserokê Kongra Gel, Zûbêr Eydar Serokê Kongra Civaka Kurdistanî KCK, Bavê Narîn nûnerê Partiya Demokrata Kurd-Sûriye li Ewropa, Berêz Yuksel Koç hevserokê Kongra Civaka Demokratîk li Ewropa KCDK-E, rêzdar Sabir berpirsê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanî li Ewropa, Îlham Ahmed Serokatiya Desteya Rêvebir ya Meclisa Sûriye Demokratîk MSD. Herweha gelek mêhvanên rometê ji xebatên Çandê wek hunermed Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefqan, Peywan Arjîn, Silav Rojava Cîgerreş amade bûn.
Weha Civata Kongreyê bi coş û baldareiyeke mezin tewerên xwe dane destpêkirin û dê îro roja 7 û 8 Gulanê 2022 karên xwe berdewam bike da kû xebata PYD li Ewropa bi rêxistin bike û bighînê şayesteya ked û soza şehîdên doza azadiya gelê Kurd û Kurdistanî li Rojava û ji rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriye re bibe pişgtiriyek diblomasî, siyasî û ji bo serkeftina vê şoreşa rometê bibe hîmek.

Back to top button