ManşêtNûçe

​​​​​​​Meclisa kantona Şehbayê êriş û dorpêça li ser kantonê şermezar kirin

Meclisa Kantona Şehbayê bi riya daxuyaniyekê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça ku hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye, şermezar kirin.

Bi endamên Meclisa Kantona Şehbayê beşdarî daxuyaniyê bûn, endamê meclisê Ehmed Hesen daxuyanî li navçeya Fafînê ya kantonê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk di vê dawiyê de êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Li ber çavên Amerîka û Rûsyayê bi awayekî domdar û bi çekên giran sivîl li herêma Şehbayê û herêmên rojhilatê Firatê, Til Temir, rêya navneteweyî (M4) kirin hedef.

Li rex wan êrişan jî operasyonekê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, baregehên leşkerî lê ava dike, êrişî Şengal û Mexmûrê dike, fermandar û sembolên berxwedana Şengalê dike hedef. Van hemûyan bi armanca tunekirina projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên ku bi saya vîna gelan li Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin, pêk tîne.

Dewleta Tirk ji bo zemîneke guncaw ji bo vejandina DAIŞ`ê ava bike, hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derxe. Ev siyasetên wê hevsengî siyasetên berê yên hikumeta Şamê ye ku şêniyên Xûtayê û niha jî şêniyên Derayê ber bi bakurê Sûriyê ve rê dike û li gundên Kurdan ên girêdayî herêma Babê bi cih dike da ku siyaseta guhertina demografiyê ku hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk li Sûriyê bi giştî pêk tînin, temam bibe.

Armanca dorpêça li ser kantonê hatiye fezkirin û siyaseta dewleta Tirk a berdewamkirina êrişan ew e ku gel tengav bibe, herêm vala bibe û vîna gel bişike.

Em sûcên dewleta Tirk û kiryarên hikumeta Şamê şermezar dikin. Em bang li civaka navneateweyî, Rûsya û Amerîkayê dikin ku li hemberî van sûcan û siyaseta li dijî herêmê tê meşandin bisekinin.

Em bang li rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û mirovî dikin ku bi rola xwe rabin û azarên gelê me bi dawî bikin.”

ANHA

Back to top button